Nûbihar Dergisi - Sayı 104

Nubihar Dergisi

Nûbihar Dergisi - Sayı 104 Quotes

You can find Nûbihar Dergisi - Sayı 104 quotes, Nûbihar Dergisi - Sayı 104 book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Hotvîn • Kamîran Alî Bedîrxan
Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng çavên te stran in lê, bê gotin û deng çermê te spêde ye binê wî de tav Lamên te rohelat spehî yî bê nav Lêva te sûlava maç û ramûsan Bi sînga te dilê min çiqas kamiran
Hawar, hejmar 15, 23 çileyê Berê 1932
Min Ke Mecnun Bim • Karwan Osman
Min ke Mecnun bim ey refîqan Leyla ebê Leyla nebê? `Erzî ken tû çawî Leyla Leylayî key wa ebê? Min ewa sûtawim û birjam bo nîgay çawî reşî Bû xil û bê lutfî cenabîşî hetakey wa ebê? Xunçeyî darî heyatim wa xerîke sîs ebê `Erzî ken sirwey nesîmî lutfî key ber pa ebê? Laşekey xestew zebûnim bû be kogayî derd û êş Pêm billên tuxwa xezêney rehmî ew
Reklam
Ma Çiman Diçî • Kamîran Alî Bedîrxan | "Ji Ekrem Beg Re"
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu! Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat, Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me, Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..
Hawar, hejmar 3, 15 Hezîran 1932
Teniya Reş • Jîr Jan Amedî
"carekê kodik rijiyaye ez çi bikim" xwe davêjime bextê gund û bajaran li etaran digerim ka namûs bi çi tê firotan patexwer bi kîjan kumê patekirî digerin xîret û rûmet li poxanan bi çi biha ye bi eniya me ve zeliqiye me para xwe ji teniya reş girtiye
Sifre • Jîr Jan Amedî
xwirînî bi xwînê daqurtandin bo firavînê goştê me bi êgir qelandin şîva me qêrînên dayikan e li hesargehan di şivakên bêxîretiyê de dest davêjên namûsa wan li paşîva hewarê hêviyên xav dane ser kefa destan wa yê herkes li ser kêfa xwe rûniştiye were rûnê li tenişta min para me jî ev e Ji me xwîn rijandin her dan em êşa xwe bixwin dayê...
Kevana Şikestî • Jîr Jan Amedî
Kevana şikestî tîr berdaye dil Ji bo çavê xezalek ser daye dil Xwîna sor niqutî ji pelê gulê Ji baskê xwe birîndar e bilbil Bisk û xal ketine tayê li ber bayê Ji awirên tûj xewa çû êdî nayê Perişan û melûl e ji kulên gulê Bi daxa dilê jar evîndar e bilbil Tu barê xwe giran dikî bi vê hewayê Mora Silêman û Xizneyên Bexdayê Çol û çiya şîn bûne welat rêlên gulê Li gulîstana bindest zarîndar e bilbil Bilbilê azad im çi bikim bi text û serayê Ev bêbext min dîn kir berdam dinyayê Bûma pêtiyek biketima dilê gulê Ji kezeba peritî diqîre, axîndar e bilbil
Reklam
Pehîz • Kamîran Alî Bedîrxan
Pehîz e dil pehîz e Dinê tarî bi zîze Pelên daran girîn in Cendekên wan birîn in Gul ne xwîne bi xwîn e Wek birîna hevîn e Pelên daran li deştê Qey eskerên şiketê-î
Hawar, hejmar 13, 14 çileyê Berê 1932
Dîroka Dîlberek • Jîr Jan Amedî
Dîlbera lêv şekir gulçik sor Derê dilê min vekir hate jor Sîng zozan çav bihar xwîna mêra li ser dane Dilê xorta li ser har qedr û qiymet nizane Li çav binêrî dibê bese ji awirên wê bitirsî Jê bipirsî bê kese bişrek nade tu kesî Li ser hev çû sal û zeman pîr ne bû ev bêîman Mala bavê jê re bû mezel kêlika wê balgîvê qesel
Sirrên Çavan • Kalê Qurdîsî
Taca keyan li ser seran çi zêrîn e Zulfên sohrab reng agirê Zerduşîn e Mijgul tîr in ebrû kevan Rustemîn e Hesreta te dilê min de sed birîn e Ji kilê sûphanî ew çav xeyîdîne Ewrê ezmanê çavê te pir tanne, Hêsir tên xwar li min wek şop û lehîne Sed hezar sir û pirs te de vêşartîne Westiyam di rêça te de tu nabîne Gelek geriyam lê qet bersîv min nedîne Dîlan veke rastê ji te bi hêvîme Pir bêhalim kalê teyî qûrdîsîm e.
- Me got, dayikan nekujin Zarok kuştin. Nizanibûn ku Mirina her zarokekî mirina dayikekê ye.
76 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.