Berf hatî li serê salê
Sipî dike gulyên darê
Ew berf tê bi hilolîka
Sipî dike ser kulîlka
Berfa me gelekî fedyok
Winda kir şewq tîrêja rok
Berfek pir xweş û leylavî
Ew bi sîmavî û avî
Berfa sipî tê ji ezman
Tê li ser deşt û li zozan
Berfê çawa pesin bi dim
Hema dibêjim xwezîz tu bim
Çi qasî tu sipî bike
Qet tu dilê min şa nake
Çi qa tu bê li buharê
Qet tu ne sipî wek yarê
Di cengê de
dibe mêr bimrin bi nexweşiyan,
binav bibin mêr,
dibe bihewirin jî teksiyê wan .
Di cengê de
dibe mêr bimrin ji şîniyê,
ji dûrbûnê,
ji hezkirinê
Yên ku em ji bîr kirin,
weke ku şevekê
me li derîyê hev nexistibe,
ne girîya bin bi hev re,
ne kenîya bin
û çixareya dawî di bakêtên xwe de,
bêhin, bi bêhin li hev negerandibe.
Welatê min ne ava ye
Wekî bûka bêzava ye
Herdem nav kul û cefa ye
Berfa çiyan tev hela ye
Li nav golan av ceva ye
Lê ew av tev bereday e
Li nav welat kes nemaye
Welatê me tev vala ye
Por evorê.
Ne tu porê xwe şeh dikî.
Ne dişoyî.
Wa icolî.
Gijo mijo li ber bê dikî.
Kiras berdayî.
Ling pêxwas.
Ne dînî tu xwe dîn dikî.
Li panavan.
û gastînan.
Axê bi ser xwe wer dikî.
Zarok û mindal û.
Biçûk.
Her yek û fîxanan dike.
Dibêjin lê.
Por evorê.
Dîna eware.
Li şorê.
Reviyayî ji xelîtkên bavên xwe
bajar serbestiyek ji ferhengan derdixin
û li qeraxên kolanekê,
di meydanekê de
bitenê di bîreweriya xwe de vedihisin
zarokên kurda ne
tu ê ji sixêfê wan nas bikî.
Reş dîroka te ya li riwê wan belavbûyî,