Dîmenek im li ser rûyê dîwarekî ji kevir î kevnar
Bi we ra wisa rû bi rû mayî,
Çavan diqirpînim,
Li ber deriyê perîstegehekî selebendekî seqî me,
Xetên min pencên şems dipîvin,
Di zendekî da qeyd û bend im,
Li ser dilê kalekî tîreke zincîrkirî me,
Ji xwe ra dizîvirim vê lehzê vê payîzê!