Nûbihar Dergisi - Sayı 161

Nubihar Dergisi

En Eski Nûbihar Dergisi - Sayı 161 Sözleri ve Alıntıları

En Eski Nûbihar Dergisi - Sayı 161 sözleri ve alıntılarını, en eski Nûbihar Dergisi - Sayı 161 kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kewgirîn • Elîxan Loran
Ji bo êvarên ji nişka ve Ho birazê, tu berazê kîjan bûrazê bûyî di êvareke Nebî Silêman de, ji rûyê Silêmaneke dunikil bi poşmanîyeke nehs a ku kes jê nake behs hatîyî li baçemêlkeke xwerûçikandî qesidîyî?
Nefskorî • Elîxan Loran
Ji bo hemû aravan Gurêxên wextekê boncîk vedigerin gundên bê bagurdan Cirma stûyê wan bêminetî, şûndîyarîyek e li guherên bê pez Ewtînîyeke virnî ye, korma ji qoqê guran Ziravê çendîn delavan qetand, kir çirav Çendîn zixur bizdand, kir axur Awir; arê bin xwelîyê Heft xwezî bi şimşatîya mastê neşikênandî Ji nêz ve qatil, ji dûr ve cahil Danavî dikim, teyrokên toz û tebar, gend û gemaran Bi toqa lanetê, ya ku êdî kevirê qawetê Diricimînim vê sêr û stewrîyê, kordûndetîyê Li ser modika qertelên bertîlnexwêr û bilindfir Dewsa nikulên xwar ên qijikên hêknekir û bertîlxwêr Bazareke henûn e ev, ya ku qira êl û olan tîne Huşbûna wê nayê zarîkirin
Reklam
Peng • Elîxan Loran
Ji bo hemû eglekirinan Dibişkuvin keser Qilêrên sebr û deyaxê dibin tert û tên xwarê Li ser enîya min Xwêdana henûnî û zenûnîya hezkirinekê Ron, ron, ronî
Li me diariya xewa stranên takekesî Û îskeîskên me yên çil û çar esrînî ye bîska din Dizîka diêşim, kes bi xulqê asîmanan nizane Qira qirdê me tîne, şop û aşop her tenêtî ye Belam zane û kane ye, banû û bane ye Kevan kevaniyên vegotinê (Veder, derbikdêr û destêwer e Heke simbil li ber bê bireqisin, dadixwe ji vegotinê) Xwedê hêlîna teyrê kor hildiweşand Di biharên kamilbûyî de ligel hewiya daran Evîn azîneya herî zînde Tu yê hîn bikî teyro, koro! Devê min no, diranên min ko Tu û êş litûfên Xwedê ne, pelê te vê yekê li xwe danaynin Li beriyê deşîfre bûye gerîllayeke ziravstûr Dê bişibe dilê me, li ku razê dê li wir bizê Dûre fermana hestûyê me radibe Çûyîn jî ditewe bi fer-manê re Dilê min zebeşê kêrê -ev jî kurdbesqûe ye; alima zilmê, zalim!-
Elîxan Loran
Carcîma Dayê • Emerîkê Sidiqayê
Deng li xwe dikim; Peyayo, tu li vê cîhanê çi digerî! Stêrk diweşin çenga ciya min, Lêvên hîvê radimûsim, Sewta lorîkan... Haş dibim, kerr dibim, Tepekî li peleguha stêrkan dixim. Xîtikkirinên min, navika min... Kenê te li rûyê min cihêzê neqişandî ye. Fîtefîta çivîkan, nanê cûco... Bîna kersimê, to yê li ser nanê tisî... Li berwarê bajêrê bêwar wer bûm! Dicemidim, carcîma te li ser xewnên min!
Demjimêr • Emerîkê Sidiqayê
Dîmenek im li ser rûyê dîwarekî ji kevir î kevnar Bi we ra wisa rû bi rû mayî, Çavan diqirpînim, Li ber deriyê perîstegehekî selebendekî seqî me, Xetên min pencên şems dipîvin, Di zendekî da qeyd û bend im, Li ser dilê kalekî tîreke zincîrkirî me, Ji xwe ra dizîvirim vê lehzê vê payîzê!
Reklam
Geri112
129 öğeden 121 ile 129 arasındakiler gösteriliyor.