Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nûbihar Dergisi - Sayı 161

Nubihar Dergisi

Nûbihar Dergisi - Sayı 161 Sözleri ve Alıntıları

Nûbihar Dergisi - Sayı 161 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 161 kitap alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 161 en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Berf
Berf hatî li serê salê Sipî dike gulyên darê Ew berf tê bi hilolîka Sipî dike ser kulîlka Berfa me gelekî fedyok Winda kir şewq tîrêja rok Berfek pir xweş û leylavî Ew bi sîmavî û avî Berfa sipî tê ji ezman Tê li ser deşt û li zozan Berfê çawa pesin bi dim Hema dibêjim xwezîz tu bim Çi qasî tu sipî bike Qet tu dilê min şa nake Çi qa tu bê li buharê Qet tu ne sipî wek yarê
Dilbend Xelîl
Di Cengê De
Di cengê de dibe mêr bimrin bi nexweşiyan, binav bibin mêr, dibe bihewirin jî teksiyê wan . Di cengê de dibe mêr bimrin ji şîniyê, ji dûrbûnê, ji hezkirinê
Ciwan Nebî - Di Cengê De
Reklam
Yên Ku Em Ji Bîr Kirin
Yên ku em ji bîr kirin, weke ku şevekê me li derîyê hev nexistibe, ne girîya bin bi hev re, ne kenîya bin û çixareya dawî di bakêtên xwe de, bêhin, bi bêhin li hev negerandibe.
Ciwan Nebî
Welatê Min Xerabe Ye
Welatê min ne ava ye Wekî bûka bêzava ye Herdem nav kul û cefa ye Berfa çiyan tev hela ye Li nav golan av ceva ye Lê ew av tev bereday e Li nav welat kes nemaye Welatê me tev vala ye
Dilbêzarê Bêkes
Porevorê | Dilêrê Kurd
Por evorê. Ne tu porê xwe şeh dikî. Ne dişoyî. Wa icolî. Gijo mijo li ber bê dikî. Kiras berdayî. Ling pêxwas. Ne dînî tu xwe dîn dikî. Li panavan. û gastînan. Axê bi ser xwe wer dikî. Zarok û mindal û. Biçûk. Her yek û fîxanan dike. Dibêjin lê. Por evorê. Dîna eware. Li şorê.
Zarokên Pijiqandî
Reviyayî ji xelîtkên bavên xwe bajar serbestiyek ji ferhengan derdixin û li qeraxên kolanekê, di meydanekê de bitenê di bîreweriya xwe de vedihisin zarokên kurda ne tu ê ji sixêfê wan nas bikî. Reş dîroka te ya li riwê wan belavbûyî,
Ciwan Nebî
Reklam
Mala Dilê Min Ava Be
Ey dil mala te ava be Bes e ji vê xewê rabe Ev halê te dê çawa be? Dijminê te pir xerab e Were tu bi wî nexape Ew dijmin li te siwar be Nayê xwar get peya nabe Nebêje ev çi hesab e
Dilbêzarê Bêkes
Teqîn Li Hev Dixin Bajêr
Teqîn lihev dixin bajar, civîkên li esîmanan, kevokan, rêyên kevokan !! Tu ê çi bikî ji pêvî ku kevokek biterqî bi aliyan de?!! Bi aliyan de diterqin term xwîn, parçeyên terman û dilê te ji te dikeve,
Ciwan Nebî
Perwana Dil
Hat ser dil perwana dil Kişandî hemû derd û kul Perwana dilê min kî ye Xwedya por li ba çav bi kil Perwana min pir rengîne Kesk û sor û zer û şîne Perwana dilê min kanî
Dilbend Xelîl
... Ax ji wan cadû-nêrgizan ku çi felek rakir! Ax ji destê wê mestê ku li yên şiyar çi kir! Hêstirên min bûn rengê şefeq, ji cewra yarê Si'ûda bêrehm bibîn ku axirê kar çi kir? ... Hafizê Şîrazî
131 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.