Nûbihar Dergisi - Sayı 161

Nubihar Dergisi

En Yeni Nûbihar Dergisi - Sayı 161 Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Nûbihar Dergisi - Sayı 161 sözleri ve alıntılarını, en yeni Nûbihar Dergisi - Sayı 161 kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Tenêhîştin • Emerîkê Sidiqayê
Teyr û teyrede tev çûn Sir û sermaya serhedê zîz e, Li gelî û gêdûka ba û bager dilîze, Li ser çikula dara tazî Beytika ajdayî pir ezîz e!
Kumêto! Kumêto! • Emerîkê Sidiqayê
Kumêto! Kumêto! Kapreşo! Tu wisa bi qas û qudret î! ‘Beşer bîq’, diranzêr î, stûdirêj î, Bi pîl û qorika piştê ve ber bi ezmanan ve digijgijî, Guh fît dikî, bi şehwet bergîran gez dikî, Disilikî xwe dihejînî, masûlkeyan ba didî, Bi holozî çaw dikî, çifte davêjî, Sîng spî, sim kodî, ‘enî morî, şêhî, kumêtî, beşî, belekî, Li best û beyaran, bi çem
Reklam
Hêvîya Tava Reş • Emerîkê Sidiqayê
Şilopeyeke şor dibare baxçê tazî, Belg kamkêşî, perperîk di rihma xwekuştinê da ne Êş qetek nanê tisî, Li ber pîyê min pêlasûyên behrê, Li rûyê min çilapekên meha mijdarê, Qeretûyên çîrokan min aş dikin Di bin zimanê min da tehma ramûsanên hincirî, Di hembêza min da guleke erxwan dibişkife, Min xwe bi mirina hezkirinê danî, Kul û kovan di ser serê xwe da anî! Mîna xwedayê sebrê li ber dîwarê cihûyan bigrî, Qala bêbavîya dildara xwe dikim, Ewrên şîn li ser serê min kaxizên papîrûs in, Reşbelekên min bedewîya te erzan dikin, Tu beyt û xezeleke dîwana yî! Ez qet li bengîtîyê star nebûm Mîna kevirekî seqî me, ji derpan teqalavêtî me Li vê xortaniyê çûncika xwe didim maşelana bayê qûze! Di nava vê tarî û zilmatê da, Di bin siya tava reş da çavên te bûne bapor Ji cîya xwe bi wê da, li te star dibim
Demjimêr • Emerîkê Sidiqayê
Dîmenek im li ser rûyê dîwarekî ji kevir î kevnar Bi we ra wisa rû bi rû mayî, Çavan diqirpînim, Li ber deriyê perîstegehekî selebendekî seqî me, Xetên min pencên şems dipîvin, Di zendekî da qeyd û bend im, Li ser dilê kalekî tîreke zincîrkirî me, Ji xwe ra dizîvirim vê lehzê vê payîzê!
Carcîma Dayê • Emerîkê Sidiqayê
Deng li xwe dikim; Peyayo, tu li vê cîhanê çi digerî! Stêrk diweşin çenga ciya min, Lêvên hîvê radimûsim, Sewta lorîkan... Haş dibim, kerr dibim, Tepekî li peleguha stêrkan dixim. Xîtikkirinên min, navika min... Kenê te li rûyê min cihêzê neqişandî ye. Fîtefîta çivîkan, nanê cûco... Bîna kersimê, to yê li ser nanê tisî... Li berwarê bajêrê bêwar wer bûm! Dicemidim, carcîma te li ser xewnên min!
Li me diariya xewa stranên takekesî Û îskeîskên me yên çil û çar esrînî ye bîska din Dizîka diêşim, kes bi xulqê asîmanan nizane Qira qirdê me tîne, şop û aşop her tenêtî ye Belam zane û kane ye, banû û bane ye Kevan kevaniyên vegotinê (Veder, derbikdêr û destêwer e Heke simbil li ber bê bireqisin, dadixwe ji vegotinê) Xwedê hêlîna teyrê kor hildiweşand Di biharên kamilbûyî de ligel hewiya daran Evîn azîneya herî zînde Tu yê hîn bikî teyro, koro! Devê min no, diranên min ko Tu û êş litûfên Xwedê ne, pelê te vê yekê li xwe danaynin Li beriyê deşîfre bûye gerîllayeke ziravstûr Dê bişibe dilê me, li ku razê dê li wir bizê Dûre fermana hestûyê me radibe Çûyîn jî ditewe bi fer-manê re Dilê min zebeşê kêrê -ev jî kurdbesqûe ye; alima zilmê, zalim!-
Elîxan Loran
Reklam
131 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.