Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min Gönderileri
Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min kitaplarını, Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min sözleri ve alıntılarını, Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min yazarlarını, Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Barê wî kevir û
Rêka wî pesar e
Çîroka wî
Efsaneyeka zivêr û pir azar e
Bes Xudê dizane
Ew çendê
Ji xwe û kevrê xwe bêzar e
Lê esman
Ne ji azarên wî têr dibe
Ne ji bêzariya wî zivêr dibe
Her careka
Kevirê wî girêl dibe û
Efsaneya wî bi dawî tê
Ziyos
Wek zarokekê şad Gazî dike:
Dubare!
Têrbûn
Ev sed sal in,
hûn têr nebûn ji xwîna Kurdan?
Mesûd Barzanî
Ne ez benî
Ne agir têr dibe ji daran
Ne derya ji çem û rûbaran
Ne dinya ji xwîna me û
Ne em ji azadiyê
Mueyed Teyib
Ez dê Jîm
Bo salvegera şehîdên
Genosîda Enfalê.
Sê kurrên wê pêkve di çirkeyekê da şehîd bûn.
- Noke bo min
Çi tiştek ji mirinê aramtir heye?
Çi tiştek ji jiyanê bijantir heye?
Lê ez bimirim
Kî dê şîna we bigêre?
Ez bimirim
Kî dê bi bejn û bala we bibêje?
Ez bimirim
Kî dê rondikên kel,
Li ser kêliyên we birêje?
Ez dê jîm.
Dayika wan pê li dilê xwe kir û got.
Mueyed Teyib