Tu guh dêre nutq û beyana fesîh,
Ji bo ferzueynane merdê melîh.
Ku îman û îslam û sewm û selat,
Li ser maHdarane hec û zekat.
Li ser te ji ferzane ey nûrîcan,
Bizanî tu erkan û şertê di van.
Ji `ilmê bixwîne heçî wacîbat,
Hedîsan û tefsîr li hem fiqhiyat.
Weha renge `ilmê `îlaca dilê,
Di gel Serf û Nehwê qira`et welê.
Heçî ku dixwînî ji bo Wî bixwîn,
Ji tedrîs û rutba dinêre mexwîn.
Tu dersê didî hem ji bo Wî bide,
Ji bo xizmet li tem` û fexrê mede!
çihar û sed û bîst hezarin nebî,
Rusul sêsed û sêzdehin, ey ebî.
Ne ehlin gunehkar û `eybdar û jin
Ji peyxemberîre, welê qismê jin.
Dibin ku welî bin, keramatê wan,
Di dunyayê heqin, mebe ziddê wan.