Neteweperweriya Feminist

Lois A. West

Comments and Reviews

See All
336 syf.
·
Not rated
Kitêb, ji ewropa bigire heta fîlîstîn , afrika afganistan, korea, hawaî, amerîka û hwd.. gelek lêkolînên li ser tevgerên jinan dihewîne. Lois A. West di vê berhemê de devî devî 13 xebatên li ser tekoşîna jinan berhev kiriye. Di Pirtûkê de meriv bersîvên gelek pirsan dibîne mînak : jinên kêderê bo mafê xwe çi kirine ? Herî zêde tevgera jinan li ku hatiye çewisandin? Tekoşîna jinan li her derî wekî hev dimeşe an faktorên erdnîgarî û civakî li ser tekoşînê bandor dike ? Mesela dîn û cîvaka bavsalar çi astengiyê derdixe hemberî jinan , tekoşîna jinên ewropayê zehmet e an yên rojhilata navîn. Di navbera netewperwerî û femînîzmê de girêkên çawa hene ? Jin dikarin bibin hem femînist û hem jî netewperwer? Di dîrokê de jinên ku derê ev herdû têgih li ba xwe hewandine ? Bo xelazbûn û azadbûna gelê xwe jinan li ku derê, çi kiriye? Gelo netewperwerî femînizmê saz dike yan rewş lap berovajî ye ? Balkêş e, mirov dibîne hemû rejîmên zordest û faşîst ji heman pencerê li jinan dinêrin. Ne tenê Faşîtên wekî Franco , Mussolonî û Hîtler , totalîter li ku hebin hemû jî jinan wekî bafriqeya zarokan dibînin û hepsê malê dikin bo xizmeta “mêr û kurên xurt” bikin û wan ji dewletê re hazir bikin. Her çiqas mîna berhemeka berhevkirî û akademîk xûya bike jî wergera wê ez newestandim. Fahrîye Adsay wekî wergera “dewleta cihûyan - T. Herzl” wergereke zelal pêkanîye û ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê.
Neteweperweriya Feminist
Neteweperweriya FeministLois A. West · Avesta Yayınları · 20213 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.