Nêrgiza Li Defterê Bişkivî sözleri ve alıntılarını, Nêrgiza Li Defterê Bişkivî kitap alıntılarını, Nêrgiza Li Defterê Bişkivî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî piştî her bayê sibê li tenișta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim
me şakiro guhdarî kiriye
ji dîwana wî hiz kiriye
em dizanin dengê şakiro nayê nefîkirin
kilamên wî nayên definkirin
li vira ye bedena peyvên wî
wisa fireh
wisa coş olan dide li deşta mûşê
li çiyayê sîpanê