You can find Nêrgiza Li Defterê Bişkivî books, Nêrgiza Li Defterê Bişkivî quotes and quotes, Nêrgiza Li Defterê Bişkivî authors, Nêrgiza Li Defterê Bişkivî reviews and reviews on 1000Kitap.
bêguman pêl e ev, xwe ji ber dike li bin bîrê, dibînim li malê li qunca bêriyê digerim û valahiyê dixwînim
ji pelê dîrokê dizanim, kulîlk bi tenê awir bû berê
mirêk dikevin, dişkên ewr, radibim belavbûnê dixwînim
ez ê li vira bim, heke tu ew bişirîna serê sibê bî piştî her bayê sibê li tenișta darê, sûretê yarê dixwînim
ayat û mucîzat in her derên te her derên te baweriya agir û çiyê, kufrê û îmanê ji serî dixwînim
bêdengî li kolanê tê qewartin, xwe bi mijê dipêçe rabirdû şalûl tên bo maçeke fêris, bi baskê wan lîsa te dixwînim
di wateya hilfirînê de ye ev, bo biharê ye
bîra sûretan bi vê zanînê mișt e
rojnivîsên gulê bi vê bêhnê
lê dîsa jî ax û gul dizanin îro va li vira
di temenê çûyînê de me
Rojek wiha bû dîsa
Bêhemdî xwe dijîya her kes û li ser heman korerêyan
Piştî her kesî,ez..
Hûn ji wê pirsa kevn dipekîyan
Çawa dibe,kevirek çawa siya xwe gez dike?