Cihan Roj, ve care ji bi romaneke hat ü li miqabili me sekini. Cihan roj, di ve romana xwe de, beyi ku bi tümeri ji şewaza xwe bi dür keve, li ser koka xwe sekiniye ü çav dike Vircinia Woolf. Guhe xwe dispere zemen ü li nihirina Woolf guhdar dike. Sewta nihirina Woolf vediguhezine guhe xwiner. Woolf texlit nake. Wek referans dihesibine. Bi ziman ü çavderiyeke realist, radihele xwiner ü di nava Stembol ü Diyarbekire de dibe ü tine; xwiner, ne ji te'ama çavderi ü vegotinen fantastik bepar dimine ü ne ji hisandina teknika veherikina şiüre dür dimine. Cihan, di ve romane de, ji merhaleyeke bi re ketiye ü bere xwe daye merhaleyen ditir. Ji büyer ü portreyan betir, takekesi heye; serhiş ü binhişe Gulten heye. Kerem bikin dehliz ü maxzenik ü taristana binhiş.