Peşmerge

Rehime Qazi
.Pêşmerge, çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê romannivîsîya bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin dîyarkirin. Romana “Pêşmerge”yê ya Rehîmê Qazî bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin ku nivîskar tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin, rewşa derebeg û gundîyan, zor û zordarîya mîr û piştevanîya Şoreşa Mehabadê ya ji alîyê hemû eşîr û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve radixe ber çavan û wekî eynikê wê bi xeleka dîroka Kurdistanê ve girêdide.  Romana “Pêşmerge”yê cara yekem di sala 1959’an de li bajarê Êrîvanê, di sala 1961’ê de li Bexdadê bi Kurdî û di sala 1963’yan de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê Kurditsanê ji alîyê xwendevanên Kurd ve, bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd ve pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin û di gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîs li ser hatine weşandin, pesin û rexne li ser hatine kirin.  Nivîskarê “Pêşmerge”yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan; wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê, pêwendîyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker bi Kurd û Kurdayetîyê re û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik
Author:
Rehime Qazi
Rehime Qazi
Estimated Reading Time: 3 hrs. 17 min.Page Number: 116Publication Date: 2007Publisher: Lis Basın Yayın 
ISBN: 9789756179277Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.