Birayê min, te seh kiriye ku dibêjin:" bi tir û fisan hemam germ nabe! Tu feydeya pesindanê tune, eger tu mêr î di meydana şer de xwe nîşan bide, bi gebekan şer nayê kirin."
Bêmafî, zilm û zordarîya bêhed û bêsinor hemû Kurdên xwedî şeref kiriye welatparez û ew ruhê welatparêzî piştîvaniyeke xurt ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnîya gelê Kurd peyda kiriye.
Bi rastî dema ku mirrov vê gotinê(Pêşmerge) seh dike, xwe bi xwe Kurdekî serînetewandî, aza, bikêr, bêtirs û kârzan dibîne û hêvîyên wî zêdetir û qayîmtir dibe.