Pêlên Deryaya Reş

Firat Cewerî

Pêlên Deryaya Reş Posts

You can find Pêlên Deryaya Reş books, Pêlên Deryaya Reş quotes and quotes, Pêlên Deryaya Reş authors, Pêlên Deryaya Reş reviews and reviews on 1000Kitap.
‘tê gotin ku dem gelek birînan dikewîne. wilo ye ji’
Gava em ketin nav rezê tirî welat hate bîra min. Lê paşê tavilê hat bîra min ku niha rezên welêt jî hatine şewitandin. Ez dixwazim xwa hebekî ji ramanên şewat, kuştin û koçberiyê bi dûr bixim û ji xwe re li xwezaye rengîn temaşe bikim, lê ramanên min yên hundirîn zora min dibin.
Reklam
Hewa hebekî sar e, dinya ne zêde vekirî ye, xanî, dikan û riyên Odessayê bi min bê reng û çilmisî tên. Tiştê ku bala min dikişîne, li welatên kevnesosyalîst, xanî, dikan, mirov û bi taybetî jî keç û jinên wan dişibin hev.
Li gora agahdariyên ku hinek nivîskarên ukraynî dan me, di dema desthilatdariya Çar de zimanê ukraynî qedexe bû û armanca desthilatdariya Çar ew bû ku di pêvajoya dîrokê de ukrayniyan bi tememî asîmîle bike. Lê piştî şoreşa bolşevîkan Lenîn ew qedexebûna li ser ziman û kultura ukraynî rakir û mîna ziman û kulturên gelek komarên din riya pêşdexistin û vejandinê li ber ziman û kultura ukraynî jî vekir.
Bar hebekî bêdeng bû, min texmîn kir ku hê zû ye, lê min dîsa jî ji xwe re bîrayek xwest û ez li ser kursiyeke bilind ya li ber barê rûniştim û min bîraya xwe vexwar. Piştî bîra dudan nivîskarên me hêdî hêdî ji odeyên xwe daketin jêr.
22 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.