Ev hezar sale em li dû serê masîyan dibezin. Bes îro ji bo jîyanê armancek me ya din heye: Hînbûn, azadbûn û himbêzkirina nûjenî yê. Gelî birano, ma ev bêberpirsîyarî ye? Kîjan qaqlîbaz, ji qaqlîbazek kû li dû jîyanek bi wate û bi armanc digere bêtir bi berpirsîyarîye ?..
Em dikarin xwe ji nezanîyê veşon; Bi aqil, zanitî û di nava bilindayîyê de em dikarin bighîjin navoka xwe. Em dikarin azad bin, em dikarin hînî firandinê bibin...
Çi xweş bû:)
Mijar, cure, herikbarî..hwd bi her awayî min şiband pirtûka
Masiyê Reş ê Piçûk
Hin kes dibe ku asan bibînin lê mezin û zarok ferq nake hemû kes dikarin û divê bixwînin! Gorî kêmîya xwe pirtûkek têr û tijî ye û min li ser PDF ê xwend lê heger derfeta min çêbû dê bi dest bixim û birayên xwe yên piçûk re bidim xwendin. Tewsîye dikim ku hemû kes bixwînin û taybetî ji zarokan re bidin xwendin..
Ji bo wergerê spasiya
Osman Özçelik dikim. Pê bawer im ku bi vî zimanî xwendin bi tehmtir bû.
Nizanim rast e an jî rast nîne lê yê PDFa vê dixwaze dikare haya min jê çêke, dê bişînim.