Comments and Reviews

See All
72 syf.
·
Not rated
Rexne û Şîroveyeke kurt di derbarê pirtûka Rojbîn Özkan 'Qenewîç'ê de
Şîroveya Pirtûka Qenewîçê Ji ber ku nivîskar jin e bivê nevê lehengên pirtûkê jî bi gelemperî jin in û bi rastî ev tişt gelekî li xweşa min çû lewra nivîskarên jin pir kêm in di wêjeya Kurdî de û em dikarin bibêjin lehengên jin jî gelekî kêm in di wêjeya Kurdî de. Zimanê nivîskar heta tu bixwazî xwerû bû, kesên ku nû dest bi xwendina Kurdî kiribin ez bawer im ev pirtûk derb e ji bo wan. Çîrokên wê germ bûn û bi şêweya nûjen hatine nivîsandin. Ne çîrokên dirêj in û mirov pê aciz jî nabe. Lêbelê digel ku ziman xwerû bû, çîrok kurt bûn û germ bûn jî mixabin ezê nikaribim ji aliyê şêwe û vegotinê de pesnê pirtûkê bidim. Herwiha digel ku çîrok bi şêweya nûjen hatine nivîsandin jî ji aliyê şayesandin, xurtbûna lehengan û xemilandina hevokan ve pirtûk qels bû. Helbet ev tiştekî gelekî asayî ye lewra dibe ku armanceke nivîskar î bi vî rengî tune be jixwe. Ez pirtûkê pêşniyar dikim ji ber ku ziman ne giran e, ji ber ku çîrok kurt in û mirov aciz nakin, ji ber ku leheng bi gelemperî jin in û mirov di çavê nivîskareke jin de lehengên jin dibîne û dinase... Kêmasî helbet di warê vegotin(şêwe, zimanê edebî) û dewlemendiya bûyeran ve hebû ango bûyer dişibiyan hevdû, dawiya çîrokan dihat texmînkirin. Belkî ne hedê min bin ev şîrove/rexne lê divê nivîskar bi rexneyan xwe bi pêştir bixe. Yek ji armanca van danasîn, rexne û şîroveyan jî ew e ku bi awayekî nivîskar bi van şîroveyan û rexneyan bihese û xwe bi pêş bixe. Sihet xweş Rojbîn Özkan û mal ava weşanxaneya Nûbiharê
Qenewîç
QenewîçRojbîn Özkan · Nubihar Yayınları · 20218 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.