Qirme, Tîtal gênc û ciwan ê xweyî navûdeng ê di nava ciwan û cahilên komûnîst de ku di heman demê de ew bi emrê xwe ê piçûk serokê Kosmol û Kolxoza gundekî Kurdên Êiîdî ê bi ser Ermenistanê ve bû. Tîtal serkarakterekî dilpak û hinekî jî kêmhiş e ku hema hema ji her gotinê bawer dike. Bi keça jêhatî, şareza, Awropa û çanda Awropî dîtî û bi gelek zimanan dizane, bi Gezo re dizewice. Serokê KGB ê navçeyê çavnebarîya Tîtal dike û bi rêya lîskeke xasî Rûsan Tîtal bi sûcdarîya li dijî erk û armanca fikira komînizmê rabûye dide girtin û davêje hepsê û ku di esasê de tekane armanc û nêta wî bi destxistina jina Tîtal, Gezo ye.
Romana Qirme, yek ji rexneyek tûj û ji rêûresma genîbûna rêveber û serokên pergala Sovyetê ye ku nivîskar bi wêrekî berpêyî xwendevanan dike.
Qirme ya Wezîrê Eşo, Weşanxaneya Lîsê bi dilgeşî, pêşkêşî xwendevanên dilsoz ê wêjeya Kurdî dike.
“Tîtal jî ket nava mitalan, lê yên tije derd, xem û kulê giran, bi ser de jî bi tirs û xof dagirtî. Van peyvên neçelnîk ên dawî bêtir qurf kirin dilê wî.”