Zewac û zarok û çîrokên têkçûyî ne li gorî min bûn, ê min gerek ez koçer bûma, bê cî û war bûma, jîyaneka sekan ne li gorî min bû, maleka min tune bû, navmalok bûm. Li malekê dimînin însan, pêncî salan lê dimînin, pêncî salan li eynî derîyî dikevin hundir. Pêncî salan cîyê nivîna xwe naguherînin. Pêncî salan, derewan dikin, pêncî salan, îşê xwe jê nayînin û sebir dikin ji hev ra. Pêncî salan îdare dikin. Ev çi îş bû yabo? Ê min, min nedikarî ez îdare bikim. Wekî pepûkê malwêran bûm, li dû cota xwe bûm, lê min dizanî ez ê tu carî wê zevt nekim.
Qîza Bavê Xwe.Ez dixwazim heya mirinê hê te çand caran bixwînim!
Cîhê te êdî nav dilê min e.
Ez dixwazim heya ez hebim,nasîya me berdewam bike!!!
Xweş bû di nav çîrokê Bahoz Baran de çûyîn hatin!
Carînan xemgîn bûm, carînan jî kenîyam.
Ka hun jî nasîya xwe bidine Qîza Bavê Xwe...