îstgeha dawî lêvên te ne
niha li wir im
bêhneke egzotîk ji derdor difûre
li hawîrdor darqehwe hene
û dibe ku ev der parzemîna Efrîqa be
erê ev der Habeş e
û ew şivanê ku dibêjin bizinên wî
qehwe keşf kirine jî ez im
va ye dibêjim, ew şivan ez im
û darqehwe yekem car li lêvên te bişkuvîn
ji wir diherikim berîya rûyê te
ev der qet xerîb nîne ji min re
hawîrdor werz û rez, zevî û pez
erê ev der berîya Mêrdînê ye
berîya Mêrdînê berîyeke dûz e
keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e
xas e axa wê, kevirê wê hiner e
robarek ji enîya te ber bi zenîya te ve diherike
û dirije nav deryaya paşila te
belkî Dîjle be belkî Ferat belkî jî ne her du
hawîrdor bihuşt e
di qeyîkek ji serdema navîn mayî de
diherikim li ser erdnîgara rûyê te
hawîrdor dîrok e
dema di naqeba birhan re derbas dibim
hêlek Mezopotamya ye, destpêka jîyana dêmatî
hêlek Anatolya, xaka şaristanîyên dêrîn
dema qeyîk berjêr ve diherike
çîyayekî bejinaza serî hildide
ev der e lûtkeya dinê, ev der Everest e
dinya tev li ber lingên min raxistîye
hawîrdor dixuye
tu, bi her derên xwe dixuyî
û teyba min strana “ez şah im delala min”* lêdide.
li ser erdnîgara rûyê te ez,
erê ez şah im delala min
û wî Pegasûsî di şerê Xwedanan de ji Zeûsî direvînim,
bi şadî ber bi kurahîyên te ve dibezînim
ez bêhiskek bêhis, digirim li dorhêla te semayê
melisîye awirvedana şevê, gulîyên darkenêrê
bayê heyamê hawîrdor hilhilandîye
kûrekûr diponije mêşhingivek li ser yeke din hingê
diperise tejikek li malzaroka dê
li baranan dieliqe şewla stêrka cemserê
tavilê, agir rûyê xwe bi kilsê evînê spî dike
û ala dahatûya şevên ji êgir dihejîne
di navbera min û te de
ez kulîyek kulîlkperwer, hildiperikim ser lêvên te
dawa çirûskek ji kerbê te şewitî, dil bêvên im
lê şerê te dikin çar çivîk li şaneşînên min
bihisê stêrka gelawêjê!
agir tagirê te ye,
dibilêne lê lê strana gelawêjekê
ji bo wê cara ‘ewil
sê pêtik çûrisîn di tarîtîyê de.
yek,
bo bêhiş
b
i
k
e
v
i
m
li hêlekana mîraca porê te
yek,
bo awirên xwe biferidînim şevçiraxa bîbikên te
yek jî,
bo kêlekên lêvên te.
û tarîtîyek bêdawî dara dilî
ji bo ku bizîvirim dîse li her tiştî
dema min her stêrk kir kulîlkek
û li ser porê te danî.
evîn, di dil de narincok,
tim li benda kişandina pîma xwe ye
birîn, b’ hebûnê re dost, bi xwê û xwelîyê naqele
jîyîn, ji wexta ku destpêkirîye vir ve evînek e
ji wexta ku destpêkirîye vir ve birînek e