Hîtler dixwaze welatê ûris jî wek welatên din bêxe bin destên xwe, lê elmanên reben divêt bizanin lo erdê ûris, herwekî ji ordiwa Nepolyon re bû bû, wê bibe gornistana ordiwa elmanî jî.
Mîna kurdmancan got devê xelkê ne doxwîna mirov e, gotin ji ne pez in lo bijmêrînin û jê qemçure bibin,ji lewre herkes bi kêfa xwe ye û li gora xwe dibêje.
Herba giran hemû dinya dabû ber xwe, şansa tu welatî tune bû ku ji herbê bifilite, ji ber ku desthilatdarîyê û destxistina hêzê çavê dinya kor kiribû û herkesî problemên xwe yên bi sedan salan dixwest bi vê kaosê safî bike.