Risteyên Kaptan

Pablo Neruda

Risteyên Kaptan Gönderileri

Risteyên Kaptan kitaplarını, Risteyên Kaptan sözleri ve alıntılarını, Risteyên Kaptan yazarlarını, Risteyên Kaptan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Lê dîsa jî ez nikarim gelê xwe ji bîr kim. Ezê li her kolanekê, li pişt her kevirekî têkevim şerr. Evîna te jî alîkariya min dike: kulilkeke girtî ye peyweste min di bîhna xwe de dihêle û ji nişka ve vedike mîna stêreke gewre di dilê min de.
û ji bîr meke, dila min, ku çavê min her li te ne û ku dewlemendiya herî mezin a li dinê berhevkirî, pêkve ez û tu ne.
Reklam
Evên dil bi jan û êş kî ne gelo? Nas nakim, lê gelê min in. Wer em herin. Nas nakim, lê bangî min dikin û dibêjin "em dil bi jan û êş in." Wer em herin Û ji min re dibêjin: "Gelê te, gelê te ye bênesib, di navbera çem û çîyê de, birçî, dil bi kul û xem naxwazin tenê têbikoşin, li benda te ne, hevalno."
112 syf.
10/10 puan verdi
Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye...
Ji kitêbeke helbestê merheba. Ev kitêba Pablo Neruda ku Talat Înanç'î wergerandiye, peyv bi peyv risteyan cih dibe di dilî de. "Ji nav tevekên pirtûkên Neruda ev a bi navê Risteyên Kaptan xwedî girîngiyeke mezin e. Neruda, di van helbestan de bê çerx û çiv, û bi hêzeke ji erd û axê bejn avêtî, evîna xwe, û qirên û pevçûnên evîna xwe ya bi Matilde Urrutia re, ew dildara wî ya ku paşê di sala 1955an de pê re zewicî, dinivîse." Ez dixwazim çend gotinên wergêr ji Pêşgotinê jê der bikim. " Pablo Neruda, helbestvan, xweşmêrê tevger û çalakiyan ê ji welatê Şîlî, gelek caran wekî şairê herî binavûdeng ê sedsala bîstemîn tê nasîn. Yeqîniyeke bi vî rengî dibe ku ji mebesta xwe wêdetir be û welê jî ne di cî de be. Lêbelê Neruda, bi hest û hêza helbesta xwe, bi serkeftina xwe ya sergevez a bêhempa, ew serkeftina ku merg û giyanê evîn û têkoşînê, ewan sehekên herî xedar ên dil û hişê merî di peyvê de dipijîne, diafirîne û blind digerîne, û bi vî hawî jî di nav ciwan û têkoşerên seranserî dinê de bi nav û nasîn û rûmeta xwe ya gelek berfire, ji vê hizrê zêdetir e. Ew, helbestvanê "Spanya Di Dil De" ye. Ev, helbesteke ji wan vegotinên resen û bijare ye ku ji nav berxwedana Komara Spanya diqîre û di nav geremol û tundiya şerrê navxweyî de deng vedide. Ew, helbestvanê têkoşîn û berxwedana agirîn a civakî ye, wisa jî helbestvanė evîneke xedar a bi ar û pêt û şewt e... Bist Helbestên Evînê û Straneke Bêhêvî (1924), Risteyên Kaptan (1952), Sed Soneyên Evînê (1959) stranên wî ne ku wî ew ji kûrahiya behra evîna bêbalûpal a dilê merî derxistine û pêşberî me kirine. Xweş xwendîn bin.
Risteyên Kaptan
Risteyên KaptanPablo Neruda · Nûbihar · 202385 okunma
û maçek ( DAWÎ )
destê min vê nameyê li rê dinivîse, û di nîvenga jiyanê de ezê tim li rex hevalan bim, raberî dijmin, navê te li ser lêva min û maçek ku qet ji maça te neşikest.
Sayfa 110 - Nûbihar
da ku ji te re bêjim: "ez ji te hez dikim."
Dila min, li me şev e. Ava reş, dinyaya di xew de min radipêçe. Berdestî sibê ye, û di vê demê de ji te re dinivîsim da ku ji te re bêjim: "ez ji te hez dikim." Da ku ji te re bêjim "ez ji te hez dikim," li evîna me miqate be, pak û paqij bigire, berz hiline, biparêze, dila min. Ez evîna me dispêrime te wekî ku min çengek ax bi tov û dendikan ve spartibe te. Wê ji evîna me jiyan bistî bidin. . Wê avê vexwin di evîna me de
Sayfa 108 - Nûbihar
Reklam
154 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.