En Eski Risteyên Kaptan kitaplarını, en eski Risteyên Kaptan sözleri ve alıntılarını, en eski Risteyên Kaptan yazarlarını, en eski Risteyên Kaptan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
te bejn daye,
germilên te hildiherin, mînanî du hevrazan,
pêsîrên te li ser sînga min diçin û tên digerin
milê min hew bizorê pê digîje
xêzezirava navkêla te ya nûhîvikî radipêçe:
te xwe li evînê nerm berdaye, şêla ava dengizê:
çavên herî berfire yên asîman hew bizorê dipîvim
û xwar dibim ser dev û lêvan da ramîsim te erdê.
Nerm û aram hatin
di ser demê re,
di ser behrê re, di ser mijê re,
di ser biharê re, û gava te destê xwe
bi sînga min de anîn danîn ser,
min ew baskên zêrîn ên kevokan nasîn,
min ew gil nasî
û ew rengê genimîn.
Payizê, li rexavê behrê
min divê bira kenê te,
şîpa xwe ya bilqebilqî hilde û bê
û di fesla biharê de, ey dila,
min kenê te werr divê
werr mînanî kulîlka ku li bendê bûm,
wê kulîlka hêşîn,
wê gula welatê min î dengveder.
Lê ber bi te ve, bê liv û çiv,
bê y' ku te bibînim, ji te dûr,
xwîna min û ramûsanên min diherikin,
esmera min, spîgewra min,
bejnbilinda min, kinika min,