Jı Nûbıharê 10 Kıtêbên Zarokan Nûbiharê ji bo zarokan deh kitêb pevre weşandin. Kitêbên ku bi navê "Seta Daristana Şêrîn" hatine weşandin neh hebên wan rengîn yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek biçûk jî hatine amadekirin. Bı Zarê Xweş Jı Bo Zarokên Xweşık Rûpelên kitêban bi nîgarên rengareng xemilandî ne. Nivîsên wan digel nîgaran hûnandî... Metnê kitêban nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin herwekî; arîkarî hevaltî hevkarî quretî nefsbiçûkî wêrekî tirsonekî û gelek tiştên din... Jiyana lehengan li Daristana Şêrîn dibore. Ewana her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê havînî tîn û tîrêjan payîzî pûş û xezanan zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din... Ajalên Daristana Şêrîn bi tevgerên xwe yên li malê li mektebê û digel hevalan jî ji bo xûyê xweş û karekterê baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan. Seta Darıstana Şêrîn: 1-Poşmaniya Mar 6-Çirçirk û Cîranên Wê 2-Kanûgrû Gogo 7-Xewa Piling Pîlo 3-Sihorîka Tirsonek 8-Roja Bava 4-Hechecika Delal 9-Malbata Meymûn Xanim 5-Roja Dayikan 10-Reşbelaka Daristana Şêrîn