Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê

Mehmed Uzun

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê Quotes

You can find Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê quotes, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Û Evdal digot, Gulê, tu were, em herin mala me ye, Ji te re daynim balgih-doşegê çi dare ye, Her kî xelkê got, "îkrama Gulê ji te re çi ye?" Ez ê bêjim, "îkrama Gulê ji serê heft bavê min zêde ye." Gulê li bin gotin u gisên Evdal nedima û hema lê vedigerand, Evdal çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanê kil dane, Lê heft dengbejê mina te, ji bo min jinên xwe berdane. Evdal, dîsan, davête serê, Gulê, mehrûmê, hatime Xamûrê, defê nav dawetê, Gula Xamûrê xemilî bû, ketibû ser govendê, Dilê min Evdalê Xwedê çiqas ketê. Bêyî ku Gulê bisekine û li gotinên Evdal guhdarî bike, wê hema gotina xwe digot, Evdal, mehrûmo, ji erdê mîrê te Tahar Xanê heta vira, Xwîna sor neqitî ser keviran, De tu were ji min re bêje "xwişkê", Ez bêjim, "lo, bira..."
Reklam
Bave min ê rehmetî, her gav digot; gerek her teyr bi refê xwe re bifire. Dengbej bi dengbejan re, niviskar bi nivîskaran re.
:D
Hûn dizanin, herçî ew kesê ku negot û kir, şêr e; yê got û kir mêr e; yê got û nekir keremêr e.
Sayfa 116Kitabı okudu
Heta min can û laşê xwe naskir, umrê xwe min xelas kir.
Sayfa 142Kitabı okudu
Reklam
Osmaniyan pişta Kurdan mist didan û wan mîna "egîd, fêris û canfedayên dewlet û xelkê" bi nav dikirin, lê deriyê îlim, îrfan, zanîn û dewlemendiyê li ser wan digirtin û nedihîştin Kurd bibine yek û rû ji nezanî û neçarîyê badin.
Roj, roja Xwedê ye. Ji Rebbê Alemê hêvî nayê birîn.
Reklam
Zimanê Kurdi
Xelkê ku li vî tiştî xwedî derkeve, rûgeş e, xelkê ku lê xwedî dernekeve, rûreş e.
"însan însan e, çi kurd, çi ermen, çi muslîm, çi xaçperest..." Çeviri: "İnsan insandır, ha kürt, ha etmeni, ha müslüman, ha hıristiyan..."
Sayfa 94 - İthakiKitabı okudu
1,500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.