Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nuristan

Ronoya

Ehmed Huseynî

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
... Min ji neynikan hez nedikir û ne ji min guh dida nameyên ewran û nexşeyên baranê. Bi tenê min dixwest kû dilê te ji dilê sersalan mezintir be,kenê te êşa min bişi,xewna te çavên min talan bike. ...
... Min ji te re zimanê xwesotanê digot: li ser enîya me,welatekî qedexe,zimanekî,evînekî qedexe,azadîyeke qedexe û çilmisîna xewnan hatîne nivîsandin! ...
Reklam
... Ji ewrên kenê te dibarim,bi ser nimêja evîna te de dilop bi dilop diniqutim û tenhatîya xwe bi destên xwe dixeniqînim. ...
... Bêhna xwîna xîyanetê ji duayên baranê dihat, ...
... Bila gulên bihara zimanê te di sêwîtîya baranê de sêwîtir bimîne. ...
... Dilê xwe di rûyê min de negire min binefşa xewnê ji te re anîye. Gewrîya xwe di rûyê min de negire min gulgenima bîranînê ji te re anîye. Singa xwe di rûyê min de negire min baskê berbangê ji te re anîye. Laşê xwe di rûyê min de negire min helbesteke germ û dilekî germ û welatekî germ ji te re anîye. Ji gûnehbariya te derdikevim.. Weke pêxemberekî sûcdar derbasî dojehên bendemana te dibim. ...
Reklam
Tu li wir î,weke nexşeyeke eşqê,di eşqa xwe de bi girr î. Ez li vir I'm,yek im ,di éşê de pirr im. ...
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.