Em, yanê rêwîyên bermayî yên ku hestên wan ti caran radest nebûyî ne.
-----------------------------------
Yani bizler, duyguları hiçbir zaman teslim olmamış, arta kalmış yolcularız.
Dil gava di nav birînên xwe de mijûl be ,hîna ji westanê
fêm nake ...
---------
Yürek yaralarının içinde meşgul olduğunda ,bazen yorulmaktan anlamaz ....
Dem eger bi tenê be,çi qas tiştekî bê çare ye...
Ma ne wisa ye Hewrêyê min ...?
------------
Eğer zaman yalnızsa , ne kadar çaresiz bir şey ...
Öyle değil mi Hewrêm...?
Rêwiya min ya delal, dil bigrî jî tu jan dikişînî, dil bi tenê be, tu di nav bitenêbûneke bêserî û bêdawî de wenda dibî...
Ma tu nizanî ey Rêwî, çi rêyekê, rêwiyên zeyîf qebûl nakin...
Û Hewrê ji Rêwiya xwe re wisa dibêje ;
" Min rê naskirin ,tenha û dijwar. Min rêwî naskirin ,bi tenê dimeşiyan.Min xwe naskir ,rêwî bû hewrê ,rê bi xwe jiyan ..."
" Rê bi xwe jiyan ..."
Lê dilê min digrî Hewrê. Mîna teyreke birîndar dilê min digrî û bifikire, ku ez nikarim hêsrên çavên dilê xwe bidim sekinandin, nikarim jê re bêjim, negrî dilê min ..