Aya ez te tînim bîra xwe,
an jî wan koşeyên te,
ên ku dixwazim maç bikim
û pêsîrên te
ên wisa şaş
mîna pirsê?
gelo hizra te bikim
An jî hizra çavên te ên bel
ên ku dixwazim ramîsim
Û pora te bînim bîra xwe ?
ji awira yekê, ez dilketime
roniya ji nava çavên te diberiqin
ji wî kenê te bo kêfa jiyanê.
Niha ez hez
Ji giriyê te jî dikim
U ji metirsiyan te ji jiyanê
U ji wê bêomîdiya di nav çavên te de.
Lê li dijî tirsê Dikarim alîkariyê bi te re bikim,
ji ber xweşiya min herdem û hîn jî
biriqandina çavên te ye.
Tu kî yî bo min ?
Tiliyên te çi ne bo min ?
Û lêvên te ?
Çingîna dengê te?
Hilma te çi dide min
Berya em hevdu himbêz bikin
Û bêhna te, dema em hevdu himbêz dikin û piştî himbêzkirinê?
Tu bo çi yî?
Ez bo te çi me?
Ez çi me?