Ez im Siberoj im
Ji Şerafedîn bi hêvî me.
Nûrê distînim
Jî Lalişa Nûranî.
Ji lew re
Ronî ye rêka min
Zelal e armanca im.
Ez im, Siberoj im
Jîr û jêhatî me...
Pirtûk qala fermana 73. ya li hemberî Ezîdîyan dike. Nivîskar ji çavên malbatekê vê fermana ku bi destê hovên DAIŞ'ê pêk hatî vedibêje. Xiyanet, şer, destdirêjî, kûştin, penaberî, tîbûn, birçîbûn û di dawiya van jan û kîretiyan de; hatina 12 şervan û cangoriyên dilsoz, tekoşîna wan û hevalê wan ya li hemberî qirkirinê, rizgarkirina gelên êzîdî û Êzdîxanê, ji nû ve xwe saz kirin, xwenasîn, avakirina hêza cewherî û pergala ji nû ve xwe rêxistin kirinê hûnê kîte kîte hîs bikin û bijîn. Dema min pirtûk dixwend car caran dilê min teng dibû û çavên min tîje dibûn û carinan jî ez ji nişka ve dibişirîm û aram dibûm. Belê bi çavên malbatekê tê vegotin ev bûyer. Zarokek di dema revê de ji malbatê qût dibe û wenda dibe, yek xwe li deryayê dixe dihilpekê ewropa, yek tevlî meş-çalakî û semîneran dibe, yek dibe şervanê axa xwe û di vê oxirê de tevlî karwanên şehîdan dibe, yek jê jî dibê alîgirê vê rêxistina pîroz xazî dibe. Jiyana her yekî ji wan ji bo me tijî ders û serpêhatî ye. Hûn ê fehm bikin bê çima beşek ji gelên êzîdî dibêjin em ne kurd in. Hûn ê bibînin ku hin kesên dibêjin kurd û Kurdistan bê çi derewkar in di dozê de û çawa gelê xwe bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Hûn ê fedaîyên rasteqîn binasin ji nêz de. Ev bi rastî jî Vejîna Çilmêran e. Fermo, bixwînin...
Wê rojê dema min serê xwe danî ser balîfkê, ez kûr hizirîm. Min got hêza mêr ji vê tê; wêrekî! Hêza mêr ji vê tê; lêdan! Heke em wêrek bin û lê bidin (ji armancê girtin), em ê tu caran di bin destê mêran de nemînin.
Ez hatim Dêrikê. Çûm ba Şervanan. Min got:
" Hatime beşdar bibim."
Yekî ji wan pirsî;
" Tu dizanî em kî ne."
"Belê."
"Em kî ne?"
"Hûn teror in."
Bi rastî jî wê demê min gerîla û şervan nas nedikirin....
Bi destên çepê nîşana serkeftinê kirin. Bê çawa ji nişka ve derketibûn pêş çavên me, wisa jî winda bûn û çûn. Çûn ber bi rojê ve, ji ber ku ew zarokên Agir û Rojê bûn. Û agir û roj, du pîroziyên me yên Êzdîyan in.