Pirtûk qala fermana 73. ya li hemberî Ezîdîyan dike. Nivîskar ji çavên malbatekê vê fermana ku bi destê hovên DAIŞ'ê pêk hatî vedibêje. Xiyanet, şer, destdirêjî, kûştin, penaberî, tîbûn, birçîbûn û di dawiya van jan û kîretiyan de; hatina 12 şervan û cangoriyên dilsoz, tekoşîna wan û hevalê wan ya li hemberî qirkirinê, rizgarkirina gelên êzîdî û Êzdîxanê, ji nû ve xwe saz kirin, xwenasîn, avakirina hêza cewherî û pergala ji nû ve xwe rêxistin kirinê hûnê kîte kîte hîs bikin û bijîn. Dema min pirtûk dixwend car caran dilê min teng dibû û çavên min tîje dibûn û carinan jî ez ji nişka ve dibişirîm û aram dibûm. Belê bi çavên malbatekê tê vegotin ev bûyer. Zarokek di dema revê de ji malbatê qût dibe û wenda dibe, yek xwe li deryayê dixe dihilpekê ewropa, yek tevlî meş-çalakî û semîneran dibe, yek dibe şervanê axa xwe û di vê oxirê de tevlî karwanên şehîdan dibe, yek jê jî dibê alîgirê vê rêxistina pîroz xazî dibe. Jiyana her yekî ji wan ji bo me tijî ders û serpêhatî ye. Hûn ê fehm bikin bê çima beşek ji gelên êzîdî dibêjin em ne kurd in. Hûn ê bibînin ku hin kesên dibêjin kurd û Kurdistan bê çi derewkar in di dozê de û çawa gelê xwe bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Hûn ê fedaîyên rasteqîn binasin ji nêz de. Ev bi rastî jî Vejîna Çilmêran e. Fermo, bixwînin...