Heger hûn bixwazin her gav dilşad û kêfxweş bibin û tu caran neşad û bedbext nebin, li dûv du tiştan bigerin: Hezkirin û xebat.
Kî ji we hez bike ji wî hez bikin; ji diya xwe hez bikin, ji bavê xwe hez bikin, ji hevalên xwe hez bikin, pişt re hûn ê ji me gişan, ji welatê me hez bikin.
Ya diduyan; bixebitin; îro ji bo hînbûnê, ji bo zanînê bixebitin da ku halê dinyayê bizanin. Bi pêş ve herin, bibin mirov, bibin hêja, bibin serdest!
...