Rojekê mêrikek kurê xwe dişîne qesabi. Jê re dibêje:
-Here, seriyê mîhekî bikire û were!
Lawik diçe seriyê mîhekî dikire. Lê di rê de goştî tev dixwe. Tenê hestiyê serî dimine, ewî tîne malê.
Dema bavê wî çav bi vê yekê dikeve, hêrs dibe û dibêje:
-Ev çi ye?
Lawik dîbėje:
-Seriyê mîhê ye.
Bav dibêje:
-Ê ka çavên mîhê?
Lawik dibêje:
-Mih kor bû!
Bav dibêje:
-Ê ka zimanê mîhê?
Lawik dibêje:
-Mih lal bû!
Bav dibêje:
-Ê ka guhên mîhê?
Lawik dibêje:
-Mih kerr bû!
Bav dibêje:
-Ê ka çermê seriyê mîhê?
Lawik derewa dawî dibêje:
-Mih keçel bû!