Serencama Mirinekê

Gabriel Garcia Marquez
Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez, wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn.
Author:
Gabriel Garcia Marquez
Gabriel Garcia Marquez
Translator:
Ciwanmerd Kulek
Ciwanmerd Kulek
Estimated Reading Time: 2 hrs. 43 min.Page Number: 96Publication Date: 2013Publisher: Atalay Matbaacılık
ISBN: 9786054497881Country: TürkiyeLanguage: Kürtçe

Comments and Reviews

See All
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.