Gelên cîhanê hemû tev
Sipî û reş hindik û zehf
Bibûna bira li gel hev
Wê gav jiyan çiqas xweş bû
Ewrê rûreş qelişîne
kelên zulmê pelişîne
Zordar li ser biqeşîne
Mesele kêr e dawe giran e
Ev doz ne doza qelsemêran e
Ev dîlan ya şêremêran e
Divê can ê ser mirov lê dane
Qelenê yara me giran e
lewra yara me xemla cîhan e
Her çi doza wê bi êş ê jan e
lê ew xîrete ne ya berdan e
Kî şoreşgere li Kurdistan e
Sêcdarek mezin ê pir giran e
lew gereva wê xwîn e, zindan e
Qîr nalîn ê şer ê giryan e
Ev rê evraze tev gaze dêr e
Newal ê zinar sînor ê sêr e
Neyar dîn ê har kêçika sêr e
Xwînmêj ê reşmar keftarê pîr e
ji vî dozê re divê mêrê mêr,
lawê egîtan ê têjikê şêr
Divê eslek neriz ji zîv ê zêr
Divê berxwe de bin kêr
Ew Kurdên ku Romê li Agirî gor kir
Egîdên bi xwîna xwe nû bi can kir
Ew Kurdên ku li ber dijmin serî qor
Lehengên Kurdan îro hildane jor
şitla azadiyê bi xwînê avdan
Bûn şan û şeref û li dinê nav dan
îdî Kurd li piyanin û dimeşin
Wekê berê ne kor û çarereşin
îro Kurd jî bi serok û partî ne
Li doza azadî ber pê xwe dîne
îdî Kurd li xwe xwedanin piranî
Mizgîn li te ey şêx Ehmedê Xanî
Wer ji te re bidim methê mêrane
Her yek pelengek ar û ejderhan e
Qirp û qiyamet e ew li piya ne
Giyan pola û têjikê çiya ne
Car diwelidîne Guderz û Rustem
Vejîne li Dehaq Kawa`yên Hemdem
Kemal û Heyrî û Xakî û Mezlûm
Ronî û Rûstem û Mizgîn û Mehsûm
Azad û Dêrsim û Bager û Sozdar
Roza û Merwan û hezar û hezar
Ew enyada te ya hember bêdadî
Hiş û giyan e bo me tu jî zad-î
şîretên te ji me re dewr û dersin
îro li şopa te hezarin girsin
Her ku em pirsa xwe ji, te dipirsin
Em li dilê nemerda xof û tirs in
îdî Egîtin biçûkêd Kurmancan
Erdhejin li textê sahîb rewacan
îdî Kurd bo sahîban ne gedan e
li doza serxwebûnê canfedan e