Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Di Siya Dara Xaçe De

Serhildan

Miraz Roni

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Tu bûyî Zîn Zîn`a Zêdan Te ez kirim Mem`ê Alan Nemerd bûn Beko`yê Ewan Wan te ji min, min ji te kir Bê te nexweşim bêhal im Bi evîna te dinalim Heliyame post çermetal im Sedem ku min his ji te kir Bo te şandim sed xazgînî Minra kes nanî mizgînî Kî hat gote min tu dînî Herek kulek li min vekir
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (9)
Ew Kurdên ku Romê li Agirî gor kir Egîdên bi xwîna xwe nû bi can kir Ew Kurdên ku li ber dijmin serî qor Lehengên Kurdan îro hildane jor şitla azadiyê bi xwînê avdan Bûn şan û şeref û li dinê nav dan îdî Kurd li piyanin û dimeşin Wekê berê ne kor û çarereşin îro Kurd jî bi serok û partî ne Li doza azadî ber pê xwe dîne îdî Kurd li xwe xwedanin piranî Mizgîn li te ey şêx Ehmedê Xanî
Reklam
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (8)
Wer ji te re bidim methê mêrane Her yek pelengek ar û ejderhan e Qirp û qiyamet e ew li piya ne Giyan pola û têjikê çiya ne Car diwelidîne Guderz û Rustem Vejîne li Dehaq Kawa`yên Hemdem Kemal û Heyrî û Xakî û Mezlûm Ronî û Rûstem û Mizgîn û Mehsûm Azad û Dêrsim û Bager û Sozdar Roza û Merwan û hezar û hezar
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (4)
Li tîbûna hezar salan bû kanî Bang û zarê bêzaran Pîrê Xanî Tu bûyî sitêra jînê xan û ban Li hewşa te xwe hatin zarên Kurda Tu bûyî tilsima şitla hebûnê Tu bûyî serkaniya serxwebûnê Bi kotekî û hejaran bûyî giyan Kî vxwar qurçek ji te rabu piyan Wek Mehemed, Riza û şêxê şirîn Wekê Osman, Celadet û Cigerxwîn
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (3)
Ew zimanê te anî întîzamê Her dem rûmete ji bo êl û amê Ew Kurdên melûl û jar û bê hesêb Te ji bo wan afirand ilm û kitêb Tu bûyî merîfet û esl binyad Bi te tim serfiraze gelê Ekrad Ey seydayê bi rûmet û dilovan Tu ji hîsên me re bûyi Tercûman Te dil da kurdistan, birka evînê! Lewra te kir bahane Mem Zînê
Ger bibim ba û babelîz bibim bager Ger rabim qîça bibim dêwek a heftser Ger bibim çiya di ewran ve bidim der Tu nebî kortim newalim Kurdistan
Reklam
Li Ser Bîranîna Ahmedê Xanî (7)
Ew enyada te ya hember bêdadî Hiş û giyan e bo me tu jî zad-î şîretên te ji me re dewr û dersin îro li şopa te hezarin girsin Her ku em pirsa xwe ji, te dipirsin Em li dilê nemerda xof û tirs in îdî Egîtin biçûkêd Kurmancan Erdhejin li textê sahîb rewacan îdî Kurd bo sahîban ne gedan e li doza serxwebûnê canfedan e
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.