Ve şemiyê mehek temam dibû ku min li kafeyê qasedar dest bi kar kiribû. Sibehê, wexta min çavên xwe ji xewê vekiribû, coş û heyecaneke xweş ku tepîna dilê min zûtir dikir, lê ez nediêşandim, di nava min de pêk hatibû. Ez bi vê coşiyê ji nav ciyan derketim û bêyî ku zuruniya xwe bişikênim, min berê xwe da kafeyê, Ez mehekê, her roja şemî û yekşemê, sibehê zû ji malê derketibûm û saet di nehan de gihîştibûm ser karê xwe. Min ê İro cara ewil heqdesta xwe bistenda...
(Kitabın İçinden)