Şevname

Gulîzer

Comments and Reviews

See All
80 syf.
10/10 puan verdi
·
Read in 3 days
Û xwe carekî bimehînin di ruhê xwe da.. Li şevê da...
Şev û êş ... Şev waxtê tarîtiya xwe da te dorpêç dike ,tu tenê bi serê xwe dimînî. Tenê bi serê xwe... Kî te şevê xilas bike ..? Şev carna tenê ne bi tarîtiya xwe bi êşa xwe jî tê dora te lê êş xwe nîşanî te dike ku tu hem şevê hem jî rojê fem bikî. Fêmkirina şev û rojê aqasî jiyîna mirova bixwe ye . Mirov çiqas bijî evqas xwe û dinê fem dike. Jîyana min da şev ciyekî nebaş girti bû lê min dît ku şev tiştê xweş jî dinê pêşiya mirov da . Carna sibehên ku tu gihîştîyê tu dizanî şev aliyê te kirîye. Carna jî şev bixwe miroveke , tu jê hezdikî.
Gulîzer
Gulîzer
, helbestvaneke jidil e , helbestên ku nivîsiye dest davêje dil ê xwendivan . Helbest carna mirov aş dike , bêhn dide. Lê tu car mirov poşman nake... Ev pirtûka helbesta , ji êş û şevê dîne ziman. Anîna ziman tenê ziman da namîne , dûbare dikim "dest davêje dilê xwendekar " . Min vê pirtûkê gelek hezkir. Ji pirtûkê de helbesteke dirêj min danî li vir ; imgyukle.com/i/O5EqTc Pirtûkê de jî dibêje ku "xwe hemêz bikin ..." Hemêz kirin tiştekî cudayî ye . Şevê de nemînin lê şeva jî hezbikin. Şevbaş...
Şevname
ŞevnameGulîzer · Avesta Yayınları · 201119 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.