Dınya nedi rûgeş û periweş me weki tû
Ah çend e tû şerin û xweş û çavbeleki tû
Çıbkım ko ne yara kes û herkes ji te hêvi
Dil nadi bi kes çıko çerx û feleki tû
...
...
Cıhê xwe têde ne dibû nermi
Li cem wi yek bûn serma û germi
Hov bû çı zani dosti, hevali
Jê re weki hev şêrin û tali
Ne di, ne bin kır carek gulên geş
Tir lê ne barin ji ebriwên reş
Belki du sed car bûye bırindar
Lê ew nızani evin, evindar
...
Ew hemî aw û zevî,ma qey ne ê kurd, ê we ne
Hûn tenê şehzade ne ,lê ê dî em tev kolê ne
Hûn şerîf û devlemend in ,em xulam û bende ne
Na!Ne rast e ,em şerîf in hûn dizê malê me ne
...
Mêvanê delal ev dınya bê kêr
Çıqas mın ditın tê de mal û zêr
Ev rengê jinê pis û bê tam e
Ev qanûna çewt çawa giha me?
Tiştê ez zanım xweşi û şadi
Jina serbesti: gerdenazadi
...