Ey hebîba! Ger cehennem da vebit tu "dane*" bî
Bi qesem dê biçme nav da ez bi qesda daneyê
**berê dema ku yekî dixwest teyrekî bi qesda nêçîrê bigre, dafik vedida û dane û dendikên curbecur jî dikirin dafikê da ku ev teyr bi qesta xwarinê bê û bikeve vê dafikê.. Şaîr ji li vir vê maneyê tîne pêşçav û yara xwe wekî vê daneyê, xwe ji wekî vî teyrê tê nêçîr kirin dibîne.