Siyehpûş an Siyahpoş yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.[1]
Helbestvanê kurmancînivîs ê herî pêşî yê li navçeya Silîvan Siyehpûş e. Di nav gel de ji ber karakterê Kurmanciya Silîvkî jê re Siyapoş an Siyahpoş jî dibêjin ku bi Farisî bi maneya reşpêçayî, reşgirêdayî, reş li xwe kirî ye. Heye ku ew bi xwe jî ji bona lihevkirina beşavendan (qafiye) carina Siyehpûş û carina jî Siyahpoş bi kar anîbe.
Li gora agahdariyên ku muderis Mele Hadî efendî dide me, “Siyehpûş berî ku were Silîvan li gelek cîhan geriyaye; li ba aliman, li ba mîrekan û hwd. Pêşi tê Hekkariya, dû re dibihîze ku alim û mîrekên mezin li Farqînê hene, ew jî tê Farqînê. Li gor texmînan 20-25 saliya xwe da hatiye Silîvan. Demek dirêj li Kurbeytê dimîne û li wê derê meletiya gund dike. Di helbestên wî de, di wêjeya wî de, mirov dizane ku Siyehpûş alimekî mezin e.” Li gora ramana wî Siyehpûş 137 sal berê di 1868 de hatiye Silîvan.
Li Silîvan danûstandina wî bêtir bi Ferhoyê Izêr axa re çêdibe. Ferho (Ferhan) axa bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Qesra Ferho li Kevanê Kêrê (Qêre) ser pozê Kanîgulanê bû. Di şerê berxwedana xwe ya li dijî Osmaniyan a sefera ser Kurdistanê de têkçû, hate qefaltin û li qazox xistin. Ferho axa rojek ji Siyehpûş dipirse, dibêje “Siyapoş rast bêje ez yekî çawan im?” Siyehpûş di ber xwe de dibişire, bersîv nadê. Ferho axa cara dudiyan jê dipirse. Hingê Siyehpûş dibêjê “Axayê min xweş axa ye, lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Mixabin ku paşiyê jî wek wî dertê. Ev gotina wî hê jî di nav zanyarên dînî yên Silîvan de digere. Di pey de Siyehpûş diçe Bexdayê.
Siyehpûş di nav mela û xwendayên medresê yên Silîvan de naskirî û hezkirî ye; xezel û perçe şi’rên wî ji ber tên zanîn û xwendin. Dastana wî ya bi navê Seyf ul-Mulûk di nav melayan de tê zanîn. Nusxeyek jê li ba meleyek ku dinasim hebû, lê ji bona dîtina wê mêrik doza zêran dikir.
Bi qasî ji zimanê wî yê di Seyf ul-mulûk û hin helbestên wî têdigihêm; zaravayê wî ji kurmanciya Botan-Badînan-Hekarê bêtir li ser ya xeta Silîvan û Îranê, li gelek ciyan jî bi terkîb û telafuzê ji Kurdî bêtir li ser Farisî diçe. Kurmanciya wî fereh e, felsefeya wî ya tesewiya îslamî û kûr e, zanîna wî ya gelemper bilind e, hunermendiya wî ya şi’r û edebiyatê bi hêz e.
Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî hene
M. Reşît IRGAT pirtûkek piçûk ji “çend xezel û helbest”ên wî pêkhatî di nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 1999 de, Celîlê CELÎL jî “SEYFUMULUK” a wî li Wien (Viyana) di 2000'î de weşandine.
Ey hebîba ger cehennem dave bit tu dane bî
Bi qesem dê biçme nav de ez bi qesda daneyê
Lê nizanim tu ji kêy Leylê ebnayê Tay
Şibhê Mecnûnê zemanî rû bikeym wêraneyê
Ez çi çare kem kî j’derdê min xeber de ey hewar
Dê ji kê bipirsim nizanim menzîlê cananeyê
Şem’ê cana dûredest e menzila min zulmet e
Ez ji kê gazinde keym bînî şemala xaneyê
Xuzîya roja wisalê bixûyê zulfê hebîb
Ku bi mijga ta bi ta kem ez mîsala şaneyê
...
Lebê fîncanê yaran zêde mest in
Dilê min bir bi zilfa xwe ve bestin
Li pê xwe dê bikêşin şibhê tûle
Bi min pirr xweş, ew hal min qebûl e
Kesê negrî bi zulfê mahîtaba
Dimînî ta ebed ew der 'ezaba
Me lew girtine ew zilfê mi'enber
Terk nadem bi kuştin camê dilber
...
Siyahpoş
Jêrenot
Leb: lêv
Tûle: kûçik
Der 'ezab: di 'ezab
Şîrîn go ba tecerrib: "Ey dilawer!
Ji min çêtir hene pirr xûb û dilber
Bibîn tu dilberek dî mest û mehbûb
Bibe talib bûye ew bo te metlûb"
Şehê mestan go: "Ey ebrûhîlalem
Serê mûyek te nadim ez bi 'alem
Tu çi d'bêjî me ey dilbend û rahet
Sa'etek weslê te nadim bi cennet!"
Siyahpoş
Jêrenot
Ba tecerrib: bi tecrûbeyan
Xezel
Ya Rebb çi 'ecêb mame li wê husn û cemalê
Wê dêmzerî yû surperî yû ebrûhîlalê
Çîn çîn li xwe berdane siyeh zilfê mi'enber
Marên di reş in, dikeyn 'ezm û qitalê
Cebhet wekî bedrê ye minewwer xetê reş lê
Bê cezbe dilerzîn li teref zilfê delalê
Lê ez ji xizêma qurnefil da mame heyrê
Zêrê ji xwe xalis bû wekî niqteyê dalê
...
Siyahpoş
Jêrenot:
Çîn çîn: xelek xelek
qurnefil: qerenfîl