"Wale û heyran dimînim serxweşê camê yeqîn im
Sakinê beytilhezîn im çav li rê canan im ez
Çav li rêyê mahêtab im nale çûn çeng û rubab im
A'şiqê rind û xerab im mest û ser gerdan im ez
Mest û ser gerdan û serxoş gah hişyar gah bê hoş
Dil birîndar û Sîyahpûş pur kul û kovan im ez"
Sayfa 24