Şikefta Xwekuştinê

Receb Dildar
Çîrokên Receb Dıldar ‘Şıkefta Xwekuştınê’ Derket Receb Dildar ku bêhtir bi şi’rên xwe dihate naskirin, vê carê bi kitêbek çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî: ‘Şikefta Xwekuştinê’. Kitêba ku ji 20 çîrokan pêk tê, bi zimanekî sade û şahîk hatiye nivîsandin. Di çîrokan de temayên jiyana rojane a salên dawî ku li bajaran derbas dibin, bi gelek sûretên xwe hatine hûnandin. Ji çîroka ‘Şaxên Şikestî’ Besa ku dîrega piştê lê hatibû şikestin, bi xebera Elî re dest û mil jî pê re neman. Hêviya ku di quncikeke dilê wê de xwe bi cîh kiribû, firiyabû çûbû. Hêviyên ku wê bi jiyanê ve girêdidan ji kokê ve hatibûn qurmiçandin. Ji xwarin û vexwarinê ket, bi rojan xwe li cîhekî ji bîr dikir, hinekan bi destê wê digirt berê wê didan malê, bêyî ku dengê wê biçe kesê carna stranek li ser zimanê xwe dilefand bi saetan dubare dikir. Besê neçû ser mezelê Elî jî, êşa di dil de dişuxulî hêdî hêdî xwe bera ser mejû da, ew zeft kir. Ji sibê heta êvarê li ber derî rûdinişt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê êşê de avjenî dikir, yekcarna hevokek ji ser lêvên wê diweşiya: - "Kurrên Şikriyê kor, we ez şewitandim, ez ê jî we bişewitînim. Ez ê tu carî neyêm ser mezelên we," û wisa jî dikir. Tu carî neçû ser mezelên wan. Di van rojên dawîn de Besê bela xwe di daran dida, diçû ber darekê disekinî û bi hêrs bi ser de diqêriya: - "Herdu şaxên min şikestin, ez ê jî şaxên te bişkînim," û kîja şaxa xweşik hebûya digirt dişikand, paşê diçû li ber dareke din disekinî.
Author:
Receb Dildar
Receb Dildar
Editor:
Abdullah Keskin
Abdullah Keskin
Designer:
Ahmet Naci Fırat
Ahmet Naci Fırat
Estimated Reading Time: 3 hrs. 50 min.Page Number: 135Publication Date: 1 January 2008Publisher: Avesta Yayınları
ISBN: 9789944382380Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
135 syf.
10/10 puan verdi
·
Read in 5 days
... Refa Şîn
Silav hevalno :) Min ji wêra pirtûkeke pir xweş anî. Ew pirtûka
Receb Dildar
Receb Dildar
, ji bo me hemûyan re bila biqîmet be. Hûn bêjin çima..? Ew pirtûk, bi zimanî xwe yê bênexş xwendekarên xwe aciz nake. Pirtûkê da tenê çîrokek tune ye. Her çîrokeke pirtûkê, li bajêrê Amedê, Mêrdînê hatîye nivîsandin. Çîrokê li pirtûkên de bûne mijar ew mijarên me ne. Ji bona min ew mijaran bêhnek bû , lê vê demê jî tê serê me. Çîroka li kêfa min jê re hat ; "Refa Şîn" bû. Dilê min da bû "refêk"... #97350420 Hevalên ku zimanê wan de kêmasî hebe, ev pirtûk xwendina wî hêsane.. Peyvikê nivîskar hiljibartîye dijwar nîne. Xwendekar waxtê pirtûk xwend dikare wan peyva hişê xwe da bigre... Hêvî dikim ku, yê kêmasî ye wî hebe xwendinê de ye kêmasî ya xwe biqedîne... Kêmasîyeke min jî hebe biborînin...
Şikefta Xwekuştinê
Şikefta XwekuştinêReceb Dildar · Avesta Yayınları · 200814 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.