Bega û axalera heqê şivana temam nedida, ji nava heqê şivana pêşkêşa xwe yek berx digirt, nedidan. Ewana hila têr nedibûn wê yekê, weki em nîvheq wanra dixebitîn
Hetta zarê hûr jî bê xebat nediman. Ew xebat tev bona kerî nan û tase dew bû.
A bi vî tiherî beg axalera, şêxa û mella xûna wan belengaza dimêt, dixwar.