Keçikê keçikê
Bêzar bûme
Ji hezkirinên sexte
Bêzar bûme
Ji çavên derewkar
Bêzar bûme
Ji jiyana kambax
Ji kerema xwe
Derd û qehrên xwe hilde
Wisa here...
Dosto!!!
Tu cari ji bîr neke
Ji dilên orispîbûyî eşq
Ji bedenên orispîbûyî sedeqat dernakeve
Tu tu be
Nekeve pey dilên orispîbûyî
Encam:ezîyet û êş e
Neçe pey bedenên orispîbûyî
Encam: xapandin û derew e...
Eşq çi ye dosto?
Eşq hezkirina xwezayê ye
Bêhnkirina kulîlkan
Siya daran
Temaşekirina çeman e
Ew xweza ye ku
Can dide mirovahiyê
Rojên me ronî dike...
Eşq çi ye dosto?
Eşq jiyan e
Ew Jiyan e ku
Mirinê ji me re dide jibîrkirin
Her roj
Me girê dide dost û hevalan
Dibe sifreya malbatekê
Hembêza jinekê an ji mêrekî...
Eşg çi ye dosto?
Eşq baweriyek e
Ew bawerî ye ku
Dinyayê diguherîne
Civatek tê ser hişê xwe
Tijî armanc dibe
Di rêyeke rast de dimeşe
Jiyaneke nû û azad ava dike...