Sone 65
Hingî ne mis, ne ber, ne ax, ne deryaya bêna,
Hêza gişan tepeser dike mirina xembar,
Dê ev rindî bo vê xezebê çer bibêje, na,
Pê re şer bike, wek kulîlkekê jar be, neçar?
Lo hilma xweş a havînê çer bergirî bike
Li ber dorpêçana kambax a rojên rûxîner,
Terazina xurt nikare wer bergirî bike,
Ku derên pola jî bi Demê re birizin her?
Shakespeare