Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Sûr û Toledo

Zerdeşt Cemal
0/10
0 Kişi
2
Okunma
Beğeni
168
Görüntülenme
Pirtûka helbestan a helbestvan Zerdeşt Cemal derçû. Pirtûka bi navê “Sûr û Toledo” ji aliye Gula Almastê ji Tirkî hatiye wergerandin.Pirtûka ku bi ebata piçûk (11x15,5) hatiye çapkirin ji 48 rûpelan pêk tê. “Sûr û Toledo”nehemîn pirtûka Zerdeşt Cemal e. Biranîn(êş)ên Şaêr di gere wi ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikeve. Em dikarin bivêjin ku qesasên jiyana emrê me Di kuncikên Destana Sûr û Toledo de Veşartîne…Ne tenê qesas herwiha lehengên weka Serbazê mirinê Ahmo jî wek hêmayake berxwedanê derdikevin pêşberî me. Şaêr bi berhevkirina Tajo û Dijleyê hem ji aliye dîrokî ve hem ji ji aliye rewşa heyî dide berhev. …Toledo Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo Bi xwe ewle Destbirakê Dîjle, Tajo! Tu diherikî bi lez Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe Û dest bide destbirakê xwe Dîjle… Tajo Li qiraxên te pornixî ne Di cemeda dîrokê de Şowalyên te Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê Bûne sîmbol di nava pêlên te de… Sûr û Toldeya Zerdeşt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê. …Îro Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle… Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne Di bêkesîya xwe de dixurrimin Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de… Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê Xendek li ‘emre min tên kolan Li kuçekorên kevirî Xweşikîya te weke ronahîya rojê Misebiba qetla min e Zarokên min dimirin Siberojên sêwî ava dibin bi navê te Toledo Ev şi’êr rexnekirina şer e, hesab pirsîna ji qederê û vexwendnameya aştiyê; …Wêrekîya min zarokên min e Di cengê de bêserûber Nihirîna min hilnayê di tu zimanî de Bêmecal dimînin zarokên min Gava bi Dîwarê Kîmyasalê’v radipelikin
Yazar:
Zerdeşt Cemal
Zerdeşt Cemal
Tahmini Okuma Süresi: 1 sa. 22 dk.Sayfa Sayısı: 48Basım Tarihi: 2021Yayınevi: Na Yayınları
ISBN: 9786257085229Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.