Rojekê bihar bê vî welatî, wê çaxê lê bigerin hûn ê neynûk û diranên me yên ku ji têkoşînê weşiyane di nav giyê de bibînin. Li pelên berûyan guhdarî bikin, ew ê bikenin ji dêvla me. Windakirin tune. Rev tune. Bêhêvîtî tune. Devjêberdan tune... Qey heta roja qiyametê wê ji me re hey çep nezîvire. Rojekê wê siûda me lê xe. Rojekê wê Xwedê ji keda me fedî bike, yadê!