Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Stêrka Piçûk

Murad Dildar
0/10
0 Kişi
4
Okunma
Beğeni
164
Görüntülenme
Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê! “Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”
Yazar:
Murad Dildar
Murad Dildar
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 18 dk.Sayfa Sayısı: 152Basım Tarihi: 2020Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786052246993Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.