Dibêjin, ev eşîra Mukrî ji Şehrezûr hatiye û hin dibê jin fermandarê Mukrî ji fermandarê Baba derketine.
Lê çawa dibî bere bî, tenê ew mirovê, ko ji vê malbatê deng daye, navê wî mîr Seyfidîn e, mirovekî jîr û zana hin xelkê Kurdistanê Çapiqlo sitandiye, lê piştî pêlakê hindali xwe civandine bi zordestî hindama Deryas ji Turkmên Dolbarîk, Axtacî, Êltemûr, Seldûz bi zorxistine bindestê xwe û eşîrên kurdên van hindaman bi navê Mukrî xistine bin fermandariya xwe û piştî pêlakê du kur, Sarim û Babaumer bi şûn xwe ve hiştin û serê xwe danî.
Şerefxan dibêjî, kalikê vê malbatê yek ji wezîrên mala Eyyûbin Silahidîn bû, Di sala 662 de çawa dawiya dewleta Eyyûbî hat yek ji wan hate Heskîfê û kalikê vê malbatê pêre bû.
Herwekû di tarîxa Mufericilkirûb de navên Şerwe û Şerwîn hatine, ko herdû jî serdar û fermandarên dewleta Eyyûbî-Kurdî bûn û bi xwe Hekarî bûn. Gelek diriste kalikê vê malbatê yek ji van herdû mirovan bî, yan yek ji zariwên wa bî, ji lewra navê wan bûye Şêrwan.
Şerefxan dibêjî, sê bira Îzidîn, Bedridîn, Îmadidîn hatine kufra, lê ew mirovê, ko ji wan navdare navê wî Îbrahîm e.
Şerefxan dibêjî, ev malbat bawer dikim, ko bingehê wan diçî ser mala Ebbas, apê Mihemed Peyxamber. Lê hinek dibêjin ji zariwên Selîq, kurê Elî, kurê Qasim, kurê yekî Selcoqî ne, ko li Erzerom fermandarî dikirin û ev Selîq di sala 556 koçî de bi dîlî kete destê Gurca, lê xuşka wî, ko jina Şahermenê Xelatê bû ew da berdan û piştî wî re kurê wî Mihemed Şah bû fermandarê Erzerom û piştî wî neviyê wî Melekşah, kurê Melek Mihemed bû fermandar; lê ew jî bi destê Suleyman Şah, kurê Qelîç Erselan di sala 598 koçî de hate kuştin û ji wê rojê de Erzerom kete destê Selcoqiyên welatê Rom.
Şerefxan pêde diçî û dibêjî, gelek diriste, ko melkîşî ji Melekşahî derketibî. Ji ber, ko kurd navên mezin kurt û serguherî hev dikin û dixwazin bi kurtî bibêjin. Lê her çawabî berebî tenê 32 keleh di bin destê wande bQn, çawa, ko şazde hindam heta îro jî dibin fermandariya Gimişkizikan de ne û ji vê malbatê re dibêji Melkîşî(Melekşahî)
Şerefxan dibêjî, kok û bingehê vê malbatê ji mala Guhderzê kurê Keyo ne, ko di dewleta Keyanî de fermandarê Babil bû û navê wî Reham bû, bi leşkerekî giran ve çûye ser
welatê Şam û Felestîn û welatê Misrê û gelek talanî, wêranî û zor û setem bi ser van weleta de barandine û ji cihiwa gelek kuştine.
Herwekû Mihemed Emîn Zekî Beg ji kurê Esîr diguhêzî û dibêjî, kurê Esîr, serokê êla Benînumeyr di sala 416 ê koçî de bi hêvîkirina Salih, kurê Mirdas, fermandarê Heleb, bajarê Riha ji Ehmenxanê kurê Merwanê kurd, fermandarê Farqîn û Amed sitandiye.
Dibêjin, di serê pêşî de ev Pîr Mensûr li nav Hekarya rûniştiye û paşê hatiye welatê Egil û li gundê Pîran rûnişti ye, tekyexanak ava kiriye û nimêj û rojî gelek kirine û girtine û rêçika islamê rê kurdên hov û nezan daye û xelkê welêt pê hatine xapandin û li hawîr civiyane û hêviya qenciyê jê kirine û li gora baweriya wê çaxê hin tiştên kesnedî jê dîne û dawî gelek dewlemend bûye û di nav wan kurdên reben û nezan de bûye fermandar .