Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Tefsira Qurane

Kamiran Ali Bedirxan

Tefsira Qurane Gönderileri

Tefsira Qurane kitaplarını, Tefsira Qurane sözleri ve alıntılarını, Tefsira Qurane yazarlarını, Tefsira Qurane yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Xuda her tiştên erd û ezmanan dizane, jê tu tişt nayê veşartin.
Sayfa 75 - AvestaKitabı okudu
Xwedê li tu kesî ji qiweta wî bêtir bar nake. Barê her kesî li gora taqeta wî ye. Keda her nefsekê jê re ye. Her kes qencî û neqenciyê ji nefsa xwe re dike, û mêvanê emelê xwe ye.
Sayfa 73 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Sûreyê Çêlekê - 255
Xwedê yek e û ji wî pê ve tu Xuda nîne, sax e, her sax e, abadîn e, her hebû, her heye û çûna wî nîne. Ne diponije û ne ji radize. Her tiştên erd û ezmanan milkê wî ne. Ê bilindtir, ê mezintir, û ê çêtir ew e.
Sayfa 69 - AvestaKitabı okudu
Kerema Xwedê mezin e, û zanîna wî kûr û fireh e.
Sayfa 67 - AvestaKitabı okudu
Sûreyê Çêlekê - 209
Heke hon paş dahatina ayetên Xwedê û sehkirina wan dudiliyê dikin, bizanin ko Xuda qadir û zana ye.
Sayfa 61 - AvestaKitabı okudu
Sûreyê Çêlekê 163
Xudayê we yek e, jî wî pê ve tu Xwedê nîne, ê dilovan û piyar ew e.
Sayfa 54 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Sûreyê Çêlekê / Bakara - 152
Min bînin bîra xwe, heta ko ez jî we bînim bîra xwe. Şikra xwe bi min bînin û serhişkiyê mekin, û ji kufrê xwe bidin paş.
Sayfa 53 - AvestaKitabı okudu
Sûreyê Çêlekê / Bakara - 117
Xuda xaliqê erd û ezmanan e. Gava Xwedê bi çêbûna tiştekî dil dike, jê re dibêje: Bibe û ew çêdibe.
Sayfa 49 - AvestaKitabı okudu
Sûreyê Çêlekê / Bakara - 107
Ma tu nizanî ko xudawendî û sermiyaniya erd û ezmanan ji Xuda re ye û ji wî pê ve tu kes nikare sermiyan û arîkarê we bibe.
Sayfa 47 - AvestaKitabı okudu
366 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Xwedê bi Kurdî bang dike :
Kamiran Alî Bedirxan 1895 li stenbolê tê dinê nêvîyê Bedirxan begê botîye, 1978 li Parîsê koça dawiyê kiriye. Kamiran Bedirxan, li pey xwe gelek xebatên qedirbilind hiştine . Yek ji wan jî meala Quranê ya bi navê Tefsîra Quranê ye. Li gora zanyariyên li ber desta, kesê ku ewil meala Qurana Pîroz bi zaravayê Kurmancî û tîpên latînî amade kiriye, Kamiran Bedirxan e. Wî di navbera salên 1941-43yan li Sûriyeyê di kovara Hawarê de û li Libnanê di navbera salên 1945-46an de di Roja Nû de bi tîpên latînî bi navê Tefsîra Quranê hin beşên Quranê bi Kurdî zaravayê Kurmancî weşandiye. 2020 li weşanên avestayê de çapbû. Mixabin em 80 sal şûnva pê dihesin. Loma hertim me bi navê dîn û Quranê dixapînin. Ema em diha naxapin û bi zimanê xwe nameyên Xwedê dixwînin û fam dikin. Rihê Kamîran Alî Bedirxan şadbe. Bi rêzdarî
Tefsira Qurane
Tefsira QuraneKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 20206 okunma
63 öğeden 41 ile 50 arasındakiler gösteriliyor.